Li Efrîqaya Başûr kuştin û destdirêjî zêde dibin

Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê hikûmeta Efrîkaya Başûr ve hatin eşkerekirin, kuştin û destdirêjî careke din zêde bûne.

Wezîrê Polîsan Behekî Cele li bajarê Capê di civîneke çapemeniyê de got ku her çend di hin waran de pêşketin çêbibin jî, "hejmarên sûcên ku me îro eşkere kirin wêneyekî erênî ji rewşa welatê me re dernaxine."

Efrîqaya Başûr wekî yek jî welatên herî xeternak ên cîhanê tê zanîn. Li gorî daneyên polîsan di sala 2022’an de di navbera mehên Cotmeh û Kanûnê de 7555 kes hatine kuştin, ji van 3144 kes êrîşên çekdarî hatine kuştin. Li gorî sala berê bûyerên kuştinê sedî 10 zêde bûye.

Her wiha polîsan 12 hezar û 419 serlêdanên destdirêjiyê tomar kirin. Li gorî sala berê bûyerên destdirêjiyê sedî 9,8 zêde bûye.

Behekî Cele diyar kir ku ev sûc di nava malbat û hevalan de an jî ji aliyê cîranan ve hatine kirin.

Partiya Muxalefetê ya Tîfaqa Demokratîk bi van gotinan bertek nîşanî rewşê da, “Di dîroka Başûrê Efrîqayê de care yekem rojane zêdeyî 80 kuştin û zêdeyî 135’an destdirêjî hatiye tomar kirin. “

 

Partiya Muxalefetê bal kişand li ser polîsên ku xirap hatine perwedekirin û kêmbûna îstîxbarat û derfetan û bang li Serokomarê Efrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa kir ku li şûna Cele kesekî bi tecrûbetir were erkdar kirin.