Li Efrîkayê hezaz: Gelek kes mirin

Li rojavayê Efrîkayê ji ber hezazê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bi dehan kes bin.

Li Peravên Diranên Fîlan ji ber barana zêde hezaz Çêbû. Hate ragihandin ku bi dehan xanî ji ber hezazê hilweşiyan. Piştî felaketa xwezayî ya li nêzî paytexta berê Abîdjanê cesedên 13 kesan hatin dîtin.

Di daxuyaniya Walîtiya Abîdjanê de hate ragihandin ku ji ber hezazê gelek kes jî winda ne. Li gorî daxuyaniyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, lê dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Di sala 2018'an de jî ji ber felaketeke bi heman rengî 18 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Hezaz bi giranî di demsala biharê de zêde dibe.