Li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 100 hezarî derbas kir
Li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn nîşaneya sînorî ya xwe ya 100 hezarî derbas kir.
Li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn nîşaneya sînorî ya xwe ya 100 hezarî derbas kir.
Roja Înê ji seat 13:00’an ve li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn gehişte 100 hezar û 2 kesan.
Lê belê tê dîtin ku ev hejmar ji rastiyê gelek kêmtire. Ji ber ku li piraniya welatê Efrîka testa Covîd-19 sînordar e.
Li parzemînê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 3 hezar û 95 kesan.
Hate diyarkirin ku derdora 40 hezar kes jî baş bûne.