Li Efganistanê sê leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
Li nêzî bajarê Gaznî yê navenda Efganistanê bi bombeya destan êrîşî leşkerên Amerîkayê hate kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerê Amerikayê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li nêzî bajarê Gaznî yê navenda Efganistanê bi bombeya destan êrîşî leşkerên Amerîkayê hate kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerê Amerikayê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
NATO’yê têkildarî êrîşa li dijî leşkerên Amerîkayê daxuyanî da û di daxuyaniyê de agahiyên berfireh nehate dayîn.
Berdevkê Talîban Zabîlhûllah Mucahîd çalakî lixwe girt û ragihand ku konvoya Amerîkayê kirine hedef.
Ji serê salê ve li Efganistanê 12 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin. Roja Şemiyê jî hatibû ragihandin ku lşekerek li wîlayeta Nîmroz a dikeve başur rojhilatê welat hatibû kuştin.
Ji mudaxeleya DYA’yê ya sala 2001’an ve li dijî Efganistanê heta niha zêdetirî 2 hezar û 400 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.