Li Efganistanê ji bo sê rojan agirbest hate îlankirin
Li Efganistanê di navbera tevgera Talîban û hikumetê de bi wesîleya Cejna Qurbanê vê Înê ji bo sê rojan agirbest hate îlankirin.
Li Efganistanê di navbera tevgera Talîban û hikumetê de bi wesîleya Cejna Qurbanê vê Înê ji bo sê rojan agirbest hate îlankirin.
Tevgera Talîbanê bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo sê rojan agirbest îlan kir. Di 19 salên şer de ev bû agirbesta sêyem.
Hikumetê de jî ferman da ku operasyonên xwe bide sekinandin. Nayê zanîn ka wê agirbest pêk were yan na. Çend saet beriya agirbestê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin û 17 kes mirin.
Ji sibeha Înê û heta niha tu nûçeyên şer û êrîşî nehatin.
Di nava hefteyê de Talîbanan û Serokkomar Eşref Ganî diyar kir ku di dawiya agirbestê de dibe ku dest bi muzakereyên aştiyê bikin.
DYE û Talîbanê di meha Sibatê de li bajarê Doha yê Katarê peymaneke dîrokî îmze kiribû. Li gorî peymana bi DYE’yê re hikumet wê 5 hezar endamên Talîbanê û Talîban jî wê hezar endamên ewlekariyê yên di destê xwe de berda.
Talîbanê heta niha 1005 endamên ewlekariyê û Efganan jî 4600 endamên Talîbanê berdan. Hikumetê ragihand ku wê 500 endamên Talîbanê jî berde.