Li Efganistanê ji bo aştiyê 700 kîlometreyan meşiyan

Li Efganistanê bi dehan kes ji bo aştiyê di bin germa zêde de meşiyan. Çalakvan bi qasî 700 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye.

Çalakvanek ji AFP’ê re axivî û got, “Dema ku ez diçim mala xwe yan jî dikanê, dibe ku ez werim kuştin. Min biryar da ku mirina ji bo aştiyê ew ê baştir be.”

Di destpêkê de heşt kes bûn. Di meşê de hejmara wan bû 70 kes. Meşvanên aştiyê di dawiya hefteyê de gihiştin Kabîlê. Di nav wan de kesên seqet ên wekî Zahir Sûltanî jî hebû. Sultanî got, “Ji ber teqandina mayînan, çavên min kor bûn.”

JI ÇAVÊN XWE BÛ, BERIYA TEDAWIYÊ DIBÊJE AŞTÎ

Sûltanî dema di otobusa Kandahar-Heratê de bû, mayîn teqiyaye. Sûltanî dibêje, “Ez dizanim ez herim Hindistanê ez ê karibim tedawî bibim. Lê beriya her tiştî ez dixwazim aştî were.”

Mûhammed Sarwarî yên ku bi daran dimeşe jî dibêje ku, “Heke hemû Efgan bi carekê re aştiyê bixwazin û bibêje ‘bila şer bi dawî bibe’, ez bawer im ew ê aştiyeke mayînde pêk were.”

EM WESTIYAN LÊ EM AŞTIYÊ DIXWAZIN

Meş li Leşkergahê dest pê kir a ku navenda rêveberiyê ya eyaleta Helmandê ye. Çalakvan di bin germa 40 derece de meşiyan. Hemû jî bi rojî bûn. Di dovîzan de, “Em westiyan, em aştiyê dixwazin” hatibû nivîsandin.

Li gundan wekî ‘qehreman’an hatin pêşwazîkirin. Peyamên aştiyê ragihandin dan leşker, polîs û endamên Talîbanê.

Serwarî yê ji ber felca zarokan nikare bimeşe dibêje ku ‘Tu cihekî ewle tune’.

AGIRBESTA SÊ ROJAN TÊR NAKE

Talîbanê ji ber Cejna Remezanê agirbesta sê rojan îlan kiribû. Beriya wê jî hikumetê agirbesta yekalî îlan kiribû. Çalakvanê bi navê Bîsmîllah Watandost dibêje ku, “Em dixwazin hikumeta û Talîban agirbestê îlan bikin. Agirbesta ji bo sê rojan têr nake. Em dixwazin muzakereyên aştiyê dest pê bike û qala aştiyê bikin. Divê ji bo jiyana bi hev re, çareseriyekê bibînin.”