Li Efganîstanê herî pir 2017’an sivîl hatin kuştin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Efganîstanê 2017’an 2.300 sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Ev bîlanço ji bo sivîlan rewşa herî giran bû.

Mîsyona alîkariyê ya NY’yê ya Efganîstanê MANUA rapora derbarê kuştina sivîlan a salê ragihand. Li gorî vê parbi giştî 57 çalakiyên xwekuj bûn û tevlî êrîşên bi rengê dî 606 kes hatin kuştin, 1690 kes birîndar bûn. Bi mayin û teqemeniyên dî li Efganîstanê sedema sereke ya kuştin û birîndarbûnê weke şer hate qebûlkirin.

Nûnerê taybet ê NY’yê Tadamîchî Yamamoto diyar kir ku ev mêyl 2018’an jî ji niha ve hatiye piştrastkirin. Yamamoto bi bîr xist ku di 10 rojên dawî yên Çile de li Qabûlê bi sê êrîşên mezin û di êrîşa bi ser Save the Childeren de, ji 130 kesî zêdetir mirov hatine kuştin û 250 kes jî birîndar bûne.

Ji ber şer û pevçûnê dema ku kesên kuştî û birîndar komî ser hev wer kirin 2017’an weke 4 salên beriya wê ji 10 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar bûne. Li gorî rapora NY’yê par 3.438 kes hatin kuştin û 7.015 kes birîndar bûne. Li gorî par 9 ji 100’î her çendî kêm bûbe jî 10 hezarî kêm nebûye.

Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Raad El Huseyîn got, ‘’Mirov dema ku xebatên jiyana rojane dikin, dema ku bi otobûsê diçin, dema ku li mizgeftê dia dikin an jî dema ku di ber wan avahiyên bûye hedef de bi rêya xwe de diçin, tene kuştin.’’