Li Efganistanê êrîş: Rojnamegerek jî di nav de 4 kes mirin

Di têketina avahiya buroya kampanyaya hilbijartinê ya Serokkomar Eşref Ganî ya li Kandahar ku dikeve başûrê Efganistanê teqînek çêbû. Di teqînê de rojnamegerek û zarokek jî di nav de 4 kes mirin.

Wezareta Karê Navxweyî ragihand ku di teqînê de zarokek û rojnamegerek jî di nav de bi giştî 4 kes mirine. Wezaretê ji ber êrîşê Talîban berpirsyar dît.

Waliyê Kandahar Bahîr Ahmedî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku xebatkarê radyoya xwecihî Hewad, Abdûl Hamîd Hotakî ku di teqînê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê nehate rizgarkirin. Hate ragihandin ku 7 sivîlên din jî birîndar bûne.

Hefteya derbasbûyî li bakurê Kabîlê li dijî civîna hilbijartinê êrîşa xwekujî pêk hatibû û di êrîşê de 26 kes mirîbûn. Tevgera Talîbanê êrîş li xwe girt.

Vê Çarşemê jî li dijî buroya kampanyayê ya Ganî li bajarê Leşker Gah êrîşa bombeyî pêk hat û 3 kes birîndar bûn.

Ji bo rojnamegeran Efganistan welatê herî xeter tê nirxandin. Di sala 2018’an de li gorî RSF yê li vî welatî herî kêm 15 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin