Li Efganistanê bîlançoya lehiyê giran dibe: 60 kes mirin, 180 kes winda ne

Li wîlayeta Nuristanê ya li bakur rojhilatê Efganistanê, hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 60 kesî. Derdora 180 kes jî hîn winda ne.

Waliyê Nuristanê Hafiz Abdul Kayûm ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku li navçeya Kamdeşê heta niha cenazeyên 60 kesî hatine dîtin ku di karesata lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Navçeya Kamdeşê bi 200 kîlometreyî li bakur rojhilatê paytext Kabûlê ye.

Abdul Kayûm got, "Derdora 180 kes jî winda ne. Em nizanin bê sax in yan na."

Li gorî bîlançoya beriya niha 40 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 150 kes jî winda bûn.

Walî anî ziman ku piraniya gundên lehî lê rabû, xera bûne.

Qada ku lehî lê rabû herêmeke çûn û hatina wê zehmet e. Li van herêmên bejahî ku xizanin, karesatên bi vî rengî timî rû didin. Malên li van herêmên bi rîsk jî ne saxlemin.

Îsal li vî welatî bi dehan kesî ji ber bûyerên bi vî rengî jiyana xwe ji dest dan. Di Tebaxa 2020'î de li bajarê Şarîkar ê wîlayeta Pervanê zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.