Li Efganîstanê 9 xizmên serokê Senatoyê hatin kuştin

Li Efganîstanê dema operasyoneke leşkerî ji malbata serokê Senatoyê 9 kes hatin kuştin, 8 birîndar bûn.

Hêzên taybet ên Efganîstanê li navçeya Şaparharê ya eyaleta Nangarharê operasyoneke bejahiyê kirin. Li vê eyalete ku bi Pakîstanê re sînorê wan yek e, li gel Talîban, ji 2015’an çeteyên DAÎŞ’ê jî çalak in.

Li gorî Walîtiya Eyaletê şeva Sêşemê di operasyonekê de 9 sivîl hatin kuştin, 8 jê birîndar bûn. Berdevkê Walîtiyê Fazil Hadî Muslimyar got, ‘’hemû jî ji malbata serokê Senatoyê bûn.’’

Hate gotin, ji bo ku li bûyerê bikolin şandeyek ji Qabûlê şandiye qadê.

Li Efganîstanê gelek caran sivîl dibine hedefa artêşa Efgan, hêzên NATO’yê, Talîban û çeteyên DAÎŞ’ê.

2’yê Nîsanê li eyaleta Kunduzê li gorî NY’yê helîkoptêreke artêşa Efgan bi çekên giran êrîş biribûn ser civîneke dînî û di êrîşê de 30 jê zarok 36 kes hatibûn kuştin.

Wezareta Berevaniyê gotibû wan civîna lîderên Talîban kiribûn hedef. Piştî ku NY’yê rapora derbarê bûyerê 7’ê Gulanê weşand, Serokkomar Eşref Ganî rewş qebûl kir û neçar ma ku lêborîna xwe bixwaze. Lê derbarê berpirsan tiştek nehate kirin.

Li gorî misyona NY’yê ya li Efganîstanê MANUA’yê sê mehên pêşî yên îsal nêzî 800 sivîl hatin kuştin û 1500 sivîl jî bibrîndar bûn.