Li Efganistan û Pakistanê 110 kes ji ber rewşa nebaş a hewayê mirin

Li Efganistan û Pakistanê ji ber berfê, baranê û lehiyê zêdeyî 110 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Saziyên meteorolojiyê ragihandin ku rewşa hewayê wê rojên bê hîn bêhtir nebaş bibe.

Li gorî rayedarên Pakistanê, di nava du hefteyan de li welat ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê herî kêm 75 kesî jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê herî zêde bandor li herêma Keşmîrê kir. Li gorî Saziya Şopandina Felaketên Neteweyî li herêma Keşmîrê di rojên dawî de 55 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tenê li geliyê Neelûnê ji ber berfê herî kêm 19 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin, li herêma Keşmîrê ji ber karesata aşûtê zêdeyî 150 xanî û dikan xera bûn, yan jî zerar dîtin. Li Pakistanê agahî ji gelek kesan nayê girtin. Jİ ber vê yekê fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Li Efganistanê jî herî kêm 39 kesî jiyana xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn. Piraniya kesên li Efganistanê jiyana xwe ji dest dan ji ber berfê û baranê ku banê xaniyan hilweşand, jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Saziya Şopandina Karesatan a Neteweyî Ahmed Tamîm Azîmî ji AFP'ê re got, "Li wîlayetên rojava û rojhilat zêdeyî 300 xanî bi temamî yan jî beşek ji wan xisar dîtin."