Li DYE'yê polîsên kujer serbest in; xwepêşandan didomin

Li DYE'yê, piştî ku polîsekî li pêş çavên raya giştî reşikek qetil kir, xwepêşandanên protestoyî li Mînneapolîsê dest pê kir û doh bi şev jî dewam kir.

Midûrê emniyetê yê bajarê Mînneapolîsê ku bajarekî li bakurê DYE'yê ye, banga aramiyê li gel kir. Çalakiyan di şeva duyemîn de jî dewam kirin.

Çalakgeran firoşgeheke ku parçeyên wesayitan lê dihatin firotin û dikanek şewitandin. Her du kargeh li derdora qereqola polîsê kujer in.

Polîsan bombeyên gazê bi kar anîn û bi danîna bendan hewl dan nehêlin xwepêşandêr xwe bigihînin qereqolê. Şevek berê jî şerekî bi heman rengî rû dabû.

Malbata Afro-Amerîkayî George Floyd ê 46 salî yê hate qetilkirin, xwest ku polîsên di nava bûyera kuştinê de hebûn ji sûcê kuştinê bên darizandin.

Xwişka wî Brîdgett Floyd ji qenala nûçeyan NCB re axivî û got, "Ya ku kir ev e, birayê min kuştin."

Floyd got, "Ez bawer im ku wê edalet bi cih bê" û diyar kir ku dûrxistina polîsan ji wezîfeyê têrê nake.

POLÎSÊN KUJER SERBEST IN

Çar polîsên ku di bûyera kuştina Floyd de hebûn roja Sêşemê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, lê belê hatin berdan. Têkildarî wan lêpirsînê dest pê kir.

Şaredarê Mînneapolîsê Jacob Frey pirsî ku çima kesê ku George Floyd kuştiye nehatiye girtin û got, "Eger we yan jî min tiştekî wiha kiribûya, em niha girtî bûn."

Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku wî ji polîsên federal FBI û Wezareta Edaletê xwestiye ku "vê bûyera trajîk û xemgîn" eşkere bikin.