Li DYE'yê ji ber çixara elektronîk 12 kes mirin

Rayedarên tenduristiyê yên Emerîkayê ragihandin, hejmara mirovên ji ber çixara elektronîk bi nexweşiyên pişikê ketine zêde bûne û 12 kes ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Kontrol û Astengkirina Nexweşiyan a DYE'yê (CDC) ragihand ku li DYE'yê 12 kes ji ber sedemên ji çiraxa elektronîk jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin ku wan 805 nexweşiyên pişikê yên ji ber kişandina çixara elektronîk piştrast kirine  yan jî nexweşên gengaz ên ji ber heman sedemê tespît kirine.

Rayedarên tenduristiyê yên federal ragihandin, tevî ku hatiye tespîtkirin ku van hemûyan çixara elektronîk bi kar anîne, hîn jî sedemên pirsgirêkên pişikê tespît nekirine. Her wiha hate ragihandin ku nehatiye tespîtkirin ku kîjan marka ya jî berhem bûne sedema pirsgirêkên bi vî rengî.

Di nava hefteyê de eyaleta Massachussettsê ji bo çar mehan bikaranîna çixara elektronîk qedexe kir.