Li DYE’yê hejmara kesên bêmal gelekî zêde bûye

Li DYE’yê ji ber xizanî, nîjadperestiya sîstematîk û kêmbûna xaniyan di sala 2024’an de hejmara kesên bêmal ji sedî 18 zêde bûye.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hejmara kesên bêmal gelekî zêde bûye. Li gorî sala 2023’yan hejmara kesên bêmal ji sedî 18 zêde bûye. Sedema bêmaliya welatiyan jî weke kêmbûna xaniyan, krîza aborî, nijadperestiya sîstematîk û karesatên xwezayî tên nîşandan. Li seranserê DYE’yê li gelek bajaran welatiyên xizan li derve, li ser rêyan û li parkan dijîn.

Li gorî daneyên hatine parvekirin li DYE’yê bi awayekî lezgîn hewcedariya 771 hezar 480 kesan bi xaniyan heye. Herweha di sala 2024’an de 150 hezar zarokên di bin 18 saliyê de li derve dijîn. Ev hejmar li gorî sala 2024’an ji sedî 33 zêde bûye.