Li DYE’yê bahoza herî xedar a 60 salên dawîn rabû

Li gor rayedaran, ji ber bahoza herî xedar a 60 salên dawîn li DYE’yê, heta bi niha 55 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Çend roj in ku li DYE’yê bahozeke bi şid radibe. Bahoz herî pir li bajarekê li rojavayê eyaleta Newyorkê xistiye. Li gor rayedaran herî kêm 25 kesan li vir jiyana xwe ji dest daye.

Li gor bîlançoya dawîn ku kenala televîzyonê NBC News’ê da, heta bi niha 55 kesan ji ber barîna berfê jiyana xwe ji dest daye. Hat destnîşankirin ku hin mirov di erebeyên xwe de mirî hatine dîtin, hinan jî dema paqijkirina berfê ji ber hewaya sar krîza dil kiriye.

Serokê DYE’yê Joe Bîden roja Duşemê daxuyanî li ser Twîtterê da. Biden diyar kir ku wî bi walî re li ser telefonê axavtin kiriye û soza veqetandina çavkaniyên federal ji bo karesatê da û ragihandina rewşa awarte li rojavayê New Yorkê qebûl kir.

15 hezar seferên balafiran ji ber bahozê betal bûn.