Li DYE'yê bahoz rabû: 3 kes mirin

Rayedarên xwecihî yên DYE'yî ragihandin ku Bahoza Helene li eyaleta Georgiayê bû sedema mirina 2 kesan. Li Floridayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Waliyê Geogiayê Brian Kemp li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku li navenda eyaletê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji bandora hîn zêde ya Helene re amade bin û bi baldarî tevbigerin.

Waliyê Floridayê Ron DeSantis jî diyar kir ku li bajarê peravê Tampayê kesek dema ku wesayit diajot jiyana xwe ji dest dan. DeSantis di daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî bahozê de got, "Agahî ji me re hat ku di rê de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li Tampayê tabelayek li ser rê li wesayitekê ket."

DeSantis got, "Ev yek jî nîşan dide ku şert û mercên li derve gelekî xetere ye" û got, "Niha ne ew dem e ku li derve bin."

Ji ber Bahoza Heleneyê ji 55 milyon Emerîkiyan re hişyariya rewşa hewayê hate kirin. Her wiha ji bo bakurê Flordia, Georgia û Carolinasê hişyariya bahozê hate kirin.

Servîsa Rewşa Hewayê ya Neteweyî diyar kir ku herêma li ser rêya bahozê ye, dibe ku bi lehiyeke mezin a ku zêdeyî sed sal e nehatiye dîtin, rû bi rû bimîne.