Li DYE û Kanadayê bi sedan kes ji ber germê mirin

Li Kanada û DYE'yê, bi sedan kes ji ber germê ji nişka ve mirin. Li gelek deveran jî agir bi daristanan ket.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau roja Çarşemê daxuyaniyek da û got, "Germahiya vê hefteyê hate pîvanin, bêmînak e. Gelek kes mirin, metirsiya li ser şewata li daristanan zêde ye."

Beriya Trudeau, Serokê DYE'yê joe Biden di dema hevdîtina bi waliyên demokrat û komager re daxuyaniyek da û got, "Mirov diêşin, zarok nikarin li derve bilîzin, rê diderizin." Hate ragihandin ku li eyaletên DYE'yê yên li qiraxa Pasîfîkê herta niha li 36 herêman agir bi daristanan ketiye.

Li bakur rojavayê DYE'yê li Portlandê germahiya hewayê roja Duşemê 46.1 pile bû.

Li aliyê din ê sînor li Kanadayê jî bi taybetî li herêma Vancouverê, pileya germahiyê gihîşt 49.6 pileyî û rekoreke nû şikand.

Li gorî servîsên meteorolojiyê yên Kanadayê, tê payin ku germahiya zêde heta dawiya hefteyê dewam bike.

Li eyaleta Brîtanya Kolombiyayê ya li rojavayê Kanadayê, ji roja Înê ya hefteya derbasbûyî û vir ve herî kêm 486 kes ji nişka ve mirin. Hate ragihandin ku piraniya mirovên hefteya dawî mirin ji ber germahiyê bû.