Li DYA'yê mirina bi çekan rekor şikand

Li gorî daneyên dawî, li DYA'yê sala bihurî nêzî 40 hezar kes bi çekan hatin kuştin. Lewma sala 2017'an weke sala herî bi xwîn û giran a 20 salên dawî hate dîtin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê saziya bi navê CDC ve hatin weşandin, sala 2017'an 39 hezar û 773 kes bi çekan hatin kuştin. Li vî welatê ku nifûsa xwe 320 milyon e, ev yek tê wê wateyê ku rojane 109 kes bi çekan hatine kuştin.

Li gorî daneyên CDC, mirina bi çekan a par ji mirina di qezayên trafîkê de derbas kiriye ku sala derbasbûyî 37 hezar û 133 kes ji ber qezayên trafîkê mirin. Ji sala 1996'an û vir ve cara yekê ye ku hejmareke ewqasî zêde ya mirovan bi çekan tên kuştin.

Di nav vê hejmarê de herî kêm 14 hezar û 542 kes bi cînayetê hatin kuştin. Hejmara mirovên di şerê bi polîsan re û bi qezayê mirin jî gelekî zêde ye.

Li gorî daneyên ku ji aliyê saziya Giffords Law Center to Prevent Gun Violence ve hate weşandin, piraniya kesên bûne qurbanê cînayetan, mêrên reşik in.

Li DYA'yê serê her 100 hezar kesî 12 kes bi çekê mirine. Ev rêje li gorî gelek welatên pêşketî qat bi qat zêde ye. Li Kanadayê serî 100 hezar kesî 2,1, li Elmanyayê 0,9, li Brîtanya Mezin jî 0,3 mirine.

Li DYA'yê, di dema Barack Obama de li ser şidandina qanûna wergirtina çekê hin gav hatin avêtin, lê belê lobiya çekan a li vî welatî xurt e, li ber vê yekê rabû. Serokê niha yê DYA'yê Donald Trûmp li dij e ku qanûna wergirtina çekan bê şidandin û zehmetkirin.