Li DYA’yê li dijî dêrekê êrîşeke çekdarî hate kirin: 27 kes mirin-NÛ BÛ

Hat ragihandin ku li DYA’yê li Eyaleta Teksasê li dijî dêrekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 27 kes mirin.

Li gorî agahiyên televîzyona KSAT 12’ê li bajaroka bi navê Sûtherland Sprîngs a herêma Wîlsonê ya eyaleta Teksasê li Dêra Baptîstê di dema ayîna yekşemê de êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan li gorî saeta herêmî di saet 11.30’an de êrîş pêk hatiye. Êrîşkar piştre ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî didin diyarkirin ku di bûyerê de 27 kesan jiyana xwe ji dest daye.