Li DYA’yê firtone: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li rojhilatê bakur ê DYA’yê ji ber firtoneyê 5 kes mirin.

Înê ji ber berfê, şilî û bayê xurt bi sedan firîna balafiran û seferên trênê hatin betalkirin.

Li Chesterfîeld a Vîrgînîayê zarokê 6 salî ku li mala xwe dema ku radize  dibin darê de ma û jiyana xwe ji dest da. Li heman eyaletê keseke din yê 44 salî bi ketina darê ya li ser kamyona wê re jiyana xwe ji dest da.

Li perava Rojhilata dareke mezin bi ser jineke 77 salî de ket û mir. Li New Yorkê jî zarokekî 11 salî û li Rhode Îslanê mirovekî 70 salî dar bi ser wan de ket û mirin.

Ev firtone ku jê re Riley tê gotin heta bi Marylandê, Massachusetttê karîger bû. Ji ber sedema fertoneyê elektrîk ji ser 100 hezar malî qut bû.