Li DYA'yê bi deh hezaran hektar daristan şewitîn

Ji ber şewata li eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi deh hezaran hektar daristan şewitîn û bi deh hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Şewatê li nêzî Ventûra ku di navbera Santa Barbara û Los Angelesê de ye, dest pê kir û li qadeke ji 120 kîlometreçargoşeyî (12 hezar hektarî) belav bû. Tirs û fikar heye ku agir di demeke kin de qadeke ji 20 hezar hektarî bişewitîne.

Ji ber şewata daristanê, bi sedan avahî şewitîn, zêdeyî 27 hezar kes neçar man cih û warên xwe biterikînin. Li gorî rojnameya Los Angeles Tîmesê, 260 hezar mirov ji ber şewatê bê elektrîk mane.

Li eyaletên rojava yên DYA'yê, bi taybetî li Kalîforniyayê ji ber zêdebûna ziwatiyê timî şewat li daristanan derdikeve. Ji ber şewatê her sal bi hezaran kîlometreçargoşe qadên daristanî dişewitin.