Li DYA’yê bêkarî li gorî 18 salên dawî pir kêm bûye

Li DYA’yê bi rabûna aborî re rêjeya bêkariyê li gorî 18 salên dawî pir kêm bûye, Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp vê tîne ser serkeftina politikaya xwe ya aboriyê.

Li gorî daneyên fermî li DYA’yê meha bihurî 223 hezar qadên nû yên kar hatin avakirin, rêjeya bêkariyê dakete 3,8’an. Li gorî meha Nîsanê rêjeya bêkariyê 0,1 kêm bû û ji Nîsana 2000’î ve rêjeya bêkariyê hate asta herî kêm.

Benqeya Navendî ya DYA’yê FED Adarê rêjeya faîzê 1,75 puana zêde kir, pispor li bendê ne ku ev rêje were 2’yan. Tê texmînrkin ku li DYA’yê wê nêzîktirî hedefa ‘îstîhdama tam’ a FED’ê bibe, ji ber nifûsa 320 milyon kesî ya welêt her meh ku 100 hezar qadên nû yên kar werin avakirin rêjeya bêkariyê wê zêdetir nebe.

Her wiha li ser pêkanîna qadên nû yên îstîhdamê ji bo meha Gulanê bendewarî 190 hezar bû. Li gorî Serokdewletê DYA’yê Trûmp ketina rêjeya bêkariyê encama kêmkirina bacê û polîtîkayên liberal ên li ser gelek qadan e.

Rêjeya bêkariyê li welêt herî pir 2009’an, meha Cotmehê bû ku bûbû 10, ji ber sedema krîza aborî ya global a 2008’an, ji wê demê ve rêjeya bêkariyê kêm dibe. Dema ku Trûmp hatî ser kar rêjeya bêkariyê 4,8 bû. Li Amerîkayê heta niha rêjeya bêkariyê herî kêm sala 1953’an bû û wê demê rêje 2,7 bû.