Li DYA xwendekaran li dijî biçekbûnê çalakî lidarxistin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi deh hezaran xwendekar daketin qadan û qanûna biçekbûnê şermezar kirin. Xwendekarên dibistana navîn û lîseyê tevlî çalakiyê bûn.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja 14'ê Sibatê li Parklandê êrîş li lîseyekê hatibû kirin û piraniya wan xwendekar 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê komkujiyê xwendekaran ji bo tundkirina qanûna biçekbûnê dest bi kampanyayê kirin. Di meha destpêkê ya komkujiyê de li gelek bajaran bi deh hezaran xwendekar daketin qadan.

Li lîseya li Parklandê, di saeta komkujiyê de merasîmeke bîranînê hate lidaxistin û ji bo bîranîna her kesên di komkujiyê de hatin kuştin, 17 deqeyan navber ji dersan re hate dayin. Li dibistanên gelek bajaran jî çalakiya bi heman rengî ya protestoyî hate lidarxistin.

Li hin bajarên mezin ên weke New York, Chicago, Los Angeles û Houstonê, rêveberên herêmî û siyasetmedar tevlî xwepêşandanên protestoyî û bîranînan bûn.

Xwendekaran dirûşma "Ne çekan, lê paşeroja me biparêzin" qîriyan û ji Serokê DYA Donald Trump xwestin ku ji bo pêşî li komkujiyên gengaz were girtin, tedbîrên tund bigire.

Di çarçoveya çalakiyên xwendekaran de li cihekî nêzî Qesra Spî xwendekar li hev kom bûn û bi gotina "Dua têrê nake" xwestin tedbîr werin girtin.

Tê zanîn, li DYA hejmara mirovên ji ber êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest didin salane 30 hezar e. Ji ber hewldanên lobiya çekan ku li DYA xurt e, qanûnên ji bo tundkirina wergirtina çekan nikarin bikevin meriyetê.