Li DYA daxwaza ji bo qedexekirina çekan zêde dibe

Li DYA, piştî kuştina 17 xwendekarên lîseyê mijara tundkirina qanûnên li ser bikaranîna çekan ji nû ve kete rojevê. Daxwaza raya giştî ya di vî warî de bi taybetî ya xwendekaran zêde bû.

Herî dawî 14'ê Sibatê li lîseya Marjory Stoneman Dogulas High School a li Florîdayê komkujiyek hatibû kirin û 17 xwendekar hatibûn kuştin. Daxwazên ji bo tundkirina qanûna bikaranîna çekan piştî vê komkujiyê zêdetir bû.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê Zanîngeha Qûînnîpîacê ve hate kirin, du ji sê parên gelê Amerîkayê dixwazin qanûnên li ser bikaranîna çekan bên girankirin. Ev rêje sala 2015'an 50 ji sedî bû. Lêkolîn nîşan dide ku nerazîbûna gel zêde bûye.

Lê belê tevî vê yekê jî bersiv ji daxwaza zehmetkirina hilgirtina çekê nayê dayin. Li DYA her sal 30 hezar kes ji ber êrîşên bi çekan tên kuştin. Herî dawî li Parlamenta Eyaleta Florîdayê pêşnûmeyek ji bo tundkirina qanûnên ji bo bikaranîna çekan pêşkêşî dengdanê hate kirin. Lê belê pêşnûme li hemberî 36 dengên 'erê' bi 71 dengên 'na' nehate qebûlkirin.

NERAZÎBÛNA XWENDEKARAN ZÊDE DIBE

Bi taybetî li medya civakî, xwendekarên Amerîkî ji bo girankirina qanûnên rakirina çekê, dest bi kampanyayan kirin. Kampanya bi navê "Never again (Careke din qet nabe)" û "MarchForOurLives (Meşa ji bo jiyana me)" tên lidarxistin û heta niha bi deh hezaran xwendekar tevlî bûne.

Tevî kampanyayan, xwendekarên lîseyê jî xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza xwe ya ji bo girankirina qanûna rahiştina çekê anîn ziman.