Li dijî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê êrîş hate kirin

Li paytexta Lîbya Trablûsê, di êrîşa dijî Wezareta Karên Derve de herî kêm 3 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedarên ewlekariyê, yek ji kesên hatine kuştin midûrê departmaneke Wezareta Karên Derve ye.

Yek ji êrîşkaran ji aliyê wezîfedarên ewlekariyê yên wezaretê ve hate kuştin, du êrîşkar jî ketin hundirê avahiyê û bombeyên li xwe pêçandibûn teqandin.

Rayedaran gotin, dibe ku her sê êrîşkarên xwekuj çeteyên DAÎŞ'ê bin.

Hate ragihandin, tiştek bi Wezîrê Karên Derve Tahir Sîala nehatiye.

Lîbya ji sala 2011'an û ku rejîma Mûammer Kaddafî hate hilweşandin, di nava kaosê de ye. Welat li nava gelek komên dijberê hev parçe bûye. Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ku civaka navneteweyî piştgiriya wê dike, li Trablûsê bi cih bûye. Li aliyê rojhilat hikumeteke paralel bi desteka Artêşa Rizgariya Neteweyî ya mareşal Halîfa Haftar bi rengekî yek alî hate ragihandin.

Di nava vê kaosê de ku ji ber destwerdana hêzên navneteweyî rû da, komên çete yên mîna DAÎŞ'ê salên dawî gelek êrîşên giran kirin.