Li dijî Salvini dozeke din hate vekirin

Têkildarî Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îtalyayê Matteo Salvini pêvajoya dadgeriyê dest pê kir, ji ber ku penaber li deryayê hişt. Tê payin ku Salvini ji 15'ê Îlonê û pê ve derkeve pêşberî dadgeriyê.

Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îtalyayê Matteo Salvini wê ji ber hiştina 147 penaberan li nava deryayê, ku bûyereke sala 2019'an de, bê darizandin. Di biryara dadgeha Palermo de, ji ber ku nehişt 147 penaberên li deryayê ji aliyê rêxistinên civakî ve hatin rizgarkirin bên Îtalyayê, wê Matteo Salvini bê darizandin. Tê payin ku rûniştinên dozê 15'ê Îlonê dest pê bikin.

Di nava sûcdariyan de, desteserkirina bi zorê, astengkirina mirovan a derketina ji deryayê û bikaranîna hêzê ya ji bo nebaşiyê jî hene.

Rêxistina civakî ya sivîl Open Arms ku sala 2019'an 147 koçber rizgar kir, biryara dadgehê silav kir û destnîşan kir ku ji bo mirovên wan rizgar kirin, kêfxweş in.

Salvini her wiha ji ber ku derdora 100 penaber sala 2019'an li nava deryayê hişt, li bajarê Cataneyê jî tê darizandin.