Li dijî qirkirina Namîbya ya Elmanyayê doz hat vekirin

Li DYA'yê li ser navê gelên Herero û Namayê, yên ku di destpêka sedsala 20'emîn de ji hêla dewleta Elmanyayê ve hatibûn qirkirin, doz hate vekirin.

Di serlêdana dadgeheke Dewleta Yekîtiya Amerikayê (DYA) de ji bo qetilkirina bi deh hezaran însanên welatê başûrrojavayê Afrikayê ku di salên 1904-1908'an de hatibûn qetilkirin, gilî hate kirin.

Li ser navê gelê Herero Vekuii Rukoro, li ser navê Namayan jî Davîd Frederîck  wek nûner doz  vekirin. Di dozê de tê xwestin ku nûnerên gel jî di muzakereyên tazmînatê yên hikûmeta Namîbya û Elmanyayê de cih bigirin.

Dawedaran bal kişandin li ser deklaresyona sala 2007'an ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû diyarkirin û dibje dema biryarên girîng ên ji bo gelên xwecihî tê dayîn pêwîst e nûnerê gel jî hebin.

Di meha Tîrmehê de hat ragihandin ku Elmanya ji bo qirkirina ku sala 1904-1908’an  li ser gelê Herero û Nama pêk anîbû amedekariya lêborînê dike.

Di hevdîtinên navbera lijneyên Elmanî û Namîbyayî de li ser avakirina Weqfeke bi navê Pêşeroj lihevkirinek çêbibû û her wiha ji bo destekdayîna projêyên paqijkirina avê û binesaziyê plan hatibûn danîn.

75-85 HEZAR KES HATINE QETILKIRIN

Li herêma  ku axa Namîbyayê ya îro lê ye, salên 1884-1915'an herêmeke mêtingeh a bi navê Başûrrojavayê Afrîka ya Elman hatibû avakirin. Li herêmên ku gelên Herero û Nama dijiyan sala 1904'an serhildanek çêdibe û ev di fermandariya Korgeneral Lother von Troth de bi şiklekî xwînrijî tê tepisandin.

Di dema serhildanê de û heta sala 1908’an, ji 65 heta 85 hezaran ji gelê Herero û qasî 10 hezaran jî ji gelê Nama hatine qirkirin. Tê texmînkirin ku wê demê ji çaran 3 ji gelê Herero hatiye qetilkirin.