Li dijî lîstikvanê gokê yê Denîmarkî helwesteke mezin

Piştî ku lîstikvanê gokê yê Denîmarkî Mathîas Zanka  Jorgensen di lîstikekê de ku dawiya heftiyê li Tirkiyê bû, formayeke bi slava leşkerî ku destekê dide dagirkeriya Tirk li xwe kiribû, li Denmarkê bû sedema helwesteke mezin.

26'ê Cotmehê di lîstika Fenerbahçe û Konyasparê de Mathîas Zanka Jrgensen formaya bi slava leşkerî û bi nivîsa ''welat emanetî we ye'' li xwe kiribû. Ev bûyer li Denîmarkê bû sedema nîqaşan û lêpirsîna polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk.

Li ser medyaya sosyal helwesta li dijî Jorgensen pir zêde bû, çapemeniya kevneşopî şîrove kir ku lîstikvan ji mecbûrî forma li xwe kiriye.

ZOR LI JORGENSEN KIRINE DA KU FORMAYÊ LI XWE BIKE

Li Denmarkê pispor û siyasetmedar dibêjin Fenerbahçeyê zor li Jorgensen kiriye ku formayê li xwe bike.

Serokê Komîsyona Çandê ya Parlamentoyê Bertel Haarder got Jorgensen divê li gorî gotina kuluba Fenerbahçe biçe û domand, ''Divê ew biryarê li ser bide bê ka wê di vê tîmê de bilîze yan na. Ez bawer im ku pirsgirêk dîtiye û wê vê binirxîne.''

DIVÊ LI SER TIRKIYÊ KU SPORÊ DIKE SIYASÎ WERE JIDANDIN

Pisporê Rojhilata Navîn Allan Sorensen got heke Jorgensen forma li xwe neke wê karîyera wî ya li kulubê bi dawî bibe û ji bo vê jî xwest ku saziyên Ewropî divê Tİrkiyê ya ku sporê dike siyasî berpirs bibîne û li ser dewleta Tirk bijdîne.

Sorensen got Jorgensen ê ku ji mecbûrî formaya ku dagirkeriya Tirk diparêze li xwe kiriye, di rewşeke ne baş de ye û domand, ''Rewşeke pir xirab e. Ji bo ku dagirkeriya Tirk li dijî hiqûqa navnetewî ye û ji bo ku paqijiya etnîk kiriye Ewropayê rexne kiribû.''