Li dijî Koreya Bakur, dibe ku çeka nukleerî jî bê bikaranîn

Wezîrên Karên Derve yên DYA, Koreya Başûr û Japonyayê, ku bi wesîleya Civîna Bilind a G20'an li Bonnê li hev civiyan, daxuyaniyeke hevpar weşandin û îlan kirin, ku li dijî Koreya Bakur dibe ku çeka nukleerî jî bê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Kongreya Bakur roja Yekşemê ya bihurî, fuzeya balîstîk a bi navê Pûkgûksong-2 ceribandiye û hat gotin, DYA bi biryar e ku Koreya Başûr û Japonyayê biparêze.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Fûmîo Kîshîda û Wezîrê Karên Derve yê Koreya Başûr Yûn Byûng-se mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar. Di daxuyaniyê de ji Koreya Bakur hat xwestin, bi temamî dawî li bernameya xwe ya fuzeyên balîstîk û nukleerî berde.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "DYA wê erka xwe ya parastina hevalbendên xwe bi cih bîne" û hat îdîakirin, ku wê tedbîr werin girtin ku bi saya van tedbîran wê Koreya Bakur ji rewşa xwe ya heyî vegere. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn, ku li dijî Koreya Bakur dibe ku kapaîsteyên parastinê yên nukleerî û konvansiyonel bên bikaranîn.

Rêveberiya Koreya Bakur roja Yekşemê fuzeya balîstîk a bi tîpa Pûkgûksong-2 ceribandibû. Fuze bi qasî 500 kîlometreyî çû û li Derya Japon ket xwarê.