Li dijî darvekirina Şekarî nerazîbûn

Li dijî darvekirina kesekî ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî beşdarî çalakiyan bûye, nerazîbûn zêde dibe.

Mohsen Şekarî yê 23 salî, bi hinceta ku di 23’ê Îlonê de li Tehranê endamekî Basicê birîndar kiribû, di dadgeheke şeklî de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin. Hêzên Besîc weke hêzeke paramîlîter tê naskirin ku ji bo tepisandina çalakiyên civakî yên dilsozên mûxafizên şoreşê yên Îranê tên bikaranîn.

Şekarî ku 8 'ê Kanûnê Roja Pêncşemê hate darvekirin, bû yekemîn çalakvanê ku ji ber beşdarî çalakiyên protestoyî yên ji 16'ê Îlonê û vir ve tê darvekirin. Lê belê gelek kes hene ku di her kêliyê de rîska darvekirinê heye.

DARVEKIRIN BÊHIQÛQIYA SÎSTEMA EDALETÊ YA ÎRANÊ DERDIXÎNE HOLÊ

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ew ji ber darvekirinê 'matmayî mane', di heman demê de nerazîbûn nîşanî "darizandineke neheq a nîşandanê" da. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî got, "Darvekirina Şekarî, bêhiqûqiya sîstema edaletê ya Îranê derdixîne holê, ji ber ku bi dehan kes heman çarenûsê parve dikin."

RÛNIŞTIN BI AWAYEK LEZGÎN BÊ PARÊZER ÇÊBÛ

Midûrê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Mahmûd Amirî-Mohaddam ku navenda wan li Osloyê ye, bang li hêzên navneteweyî kir ku bi tundî nerazîbûn nîşan bidin, hişyarî da û got, "Eger bertek nebe wê çalakger bi girseyî bên darvekirin. Muhsen Şekarî di dozeke lezgîn de bêyî parêzer bi darvekirinê hat mehkûmkirin."

NERAZÎBÛNÊN NAVNETEWEYÎ

DYE'yê nerazîbûn nîşanî aloziyên ku zêde dibin da û destnîşan kir ku ew ê desthilatdariya Îranê ji vê yekê berpirsyar bigirin.

Hikûmeta Elmanyayê jî bertek nîşanî darvekirinê da. Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ragihand ku Sefîrê Îranê yê li Berlînê hatiye gazîkirin.

Hikûmeta Brîtanî darvekirin wek "skandalî" bi nav kir. Îtalyayê got, "Nabe ku li hember zexta desthilatdariya Îranê, civaka navneteweyî bêxem bimîne."

Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku cezayê darvekirinê 'dijberî mafên mirovan e'.

Medyaya Înternetê ya bi sernavê 1500 tasvîr, piştî bidarvekirina Şekarî li Tehranê, dîmena jinekê belav kir ku ji êşa dike hewar û dibêje ‘Mohsen’.

DERBARÊ 11 ÇALAKGER BIRYARA DARVEKIRINÊ HEYE

Li gorî daneyên IHR'ê, ji 16'ê Îlonê û vir ve di çalakiyên protestoyî de 63 jê zarok 29 jê jin herî kêm 458 kes hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn derket 11’an.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Îran piştî Çînê li cîhanê xwedî hejmara herî zêde ya darvekirinê ye. Li gorî IHR'ê ji serê salê heta niha zêdetirî 500 kes hatine darvekirin.