Li dijî ceribandina moşekan a Koreya Bakur gelek welat ketine alarmê

Piştî ku rêveberiya Koreya Bakur ragihand ku wan duh dîsa moşeke balîstik ceribandine diyar bû ku DYA, Japonya û Koreya Başûr bi lezgînî civîna ewlehiyê kirine.

Hate gotin ku moşeka balîstik a ku duh hatiye avêtin û ketiye Zeryaya Japon navparzemînî ye lê Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku moşek bi menzîla navîncî ye.

Wezareta Berevaniyê ya DYA’yê jî got moşek weke ya 4’ê Tîrmehê moşeke balîstîk a navparzemînî ye. Pentagonê di daxuyaniyê de diyar kir piştî ceribandinê li Serekerkaniya Koreya Başûr geriyane û peyama hevkariya leşkerî dane wan.

Pentagonê her wiha diyar kir ku ew ê bi rêbazên leşkerî bersivê bidine Koreya Bakur.

Her wiha diyar bû ku piştî ceribandina moşekê konseya ewlehiyê ya Başûrê Kore û Japonyayê bi lezgînî civiyane.

Li ser navê Serokwezîrê Japonya Shînzo Abe  daxuyanî hate dayin û hate gotin, moşeka ku ji Bakurê Kore hatiye avêtin piştî ku 45 deqeyan li hewa maye ketiye Zeryaya Japon. Di daxuyaniyê de hate gotin ceribandine moşekê li zeryayê û hewayê ti ziyan nedaye balafir an jî keştiyekê.

Rûsyayê jî diyar kir ceribandina moşekê 732 kîlometre çûye û ketiye Zeryaya Japoyayê.

Yekîtiya Ewropayê jî Koreya Bakur şermezar kir, banga pêkirina nû da, Wezareta Karê Derve ya Fransayê bang kir ku NY pêkirinên zêdetir û ‘dijwartir’ li ser Koreya Bakur deynin.