Li dijî balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê êrîşa bi roketan

Li dijî balyozxaneya Emerîkayê ya li Herêma Kesk a peytexta Iraq Bexdayê êrîşa bi roketan pêk hat. Hat ragihandin ku ti zirar û ziyan çênebûye.

Berdevkê balyozxaneya Emerîkayê roja Înê, bang li hikûmeta Iraqê kir ku, ji bo parastina ‘koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ û personelên dîplomatîk’ çi ji dest bê divê bike û got, êrîş dişibe ya ‘Milîsên girêdayî Îranê’.

Balyozxaneyê ji AFP’ê re bi daxuyaniyek piştrast kir ku roja Înê saet dora 04:15’an li dijî balyozxaneya Emerîkayê du êrîşên bi roketan pêk hatiye.

Balyozxane ragihand ku ti windahî çênebûne.

Berdevk got, “Li her devera cîhanê mafê me ya parastina xwe û personelên xwe heye. Em vê mafê carek din bi bîr tînin.” 

Komên ku bi alîgiriya Îranê re tên sûcdarkirin, sedema êrîşên xwe piştgiriya Washington ya ji bo Îsraîlê di şerê Xezeyê de nîşan dan.

Pentagon weke bersiv li dijî çeper û milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê gelek êrîş pêk anî.

Piraniya êrîşên li dijî DYE’yê û Koalîsyona navneteweyî, koma bi navê “Berxwedana Îslamî ya Iraqê” ku ji aliyê komên girêdayî Haşdî Şahbî ve  hatiye avakirin ve girt ser xwe.

Li gorî Washingtonê, deh roj piştî destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê, ji 17'ê Cotmehê û vir ve herî kêm 78 êrîş li dijî leşkerên wê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.

Washingtonê êrîşên li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku herî dawî di 3'ê Kanûnê de li bajarê Kerkûkê pêk hatin piştrast kir.