Li dijî artêşa Efganistanê êrîş: 9 mirî, 22 birîndar bûn
Di teqîneke li mizgefteke ya artêşa Efganistanê de 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.
Di teqîneke li mizgefteke ya artêşa Efganistanê de 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.
Li mizgefteke ya baregeha artêşa Efganistan a li bajarê Khost a Afganistanê teqînek pêk hatiye. Di teqînê de 9 kes mirin, 22 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku teqîn di encama êrîşekê de pêk hatiye, bi awayekî zanabûn nimêja Înê hatiye hedefkirin.
Kesê êrîş li xwe negirtiye, beşek birîndaran rakirine nexweşxaneya li bajarê Khostyê, beşek jî rakirine Kabîlê.