Li Derya Spî nêzî 60 koçberên din jiyana xwe ji dest dan

Li peravên Lîbyayê, nêzî 60 penaberên din xeniqîn. Penaberên ku jin û zarok jî di nav de bûn, berê wan li Ewropayê bû.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku li peravên bajarê Homsê yê Lîbyayê herî kêm 57 koçberî jiyana xwe ji dest dane.

Bajarê Homsê li peravê rojava yê Lîbyayê ye, bi 120 kîlometreyî dûrî paytext Trablûsê ye.

IOM'ê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Yên ku sax mane ji personelên me re gotin ku di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane 20 jin û 2 zarok jî hene."

Di daxuyaniyê de nehate eşkerekirin ku koçber ji ku ne.

Lîbya ji sala 2011'an dema têkbirina rejîma Mûammer Kaddafî ya bi destwerdana NATO'yê û vir ve di nava kaosê de ye. Her sal bi deh hezaran koçber hewl didin xwe bigihînin peravên Îtalyayê ku bi 300 kîlometreyî dûrî Lîbyayê ye.

Welatê ku ku nêzî heft milyon şêniyên xwe hene, veguheriye navenda qaçaxçitiya mirovan a li parzemînê.

Li gorî IOM'ê ji destpêka vê salê ve li herêmê nêzî 900 koçberî jiyana xwe ji dest dane.