Li DEN'ê doza 'qirkirinê' ya li dijî Îsraîlê destpê kir

Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ya li bajarê Lahey ê Hollandayê, doza 'qirkirinê' ya ku Efrîkaya Başûr li dijî Îsraîlê vekir, destpê kir.

Doza 'qirkirinê' ku Efrîkaya Başûr li hemberî Îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî vekir, bi axaftinên destpêkê, destpê kir.

Di rûniştinê de parêzerê Efrîkaya Başûr işaret bi van mijaran kir:

"Ji ber ku binpêkirina mafên mirovan a bi rêk û pêk bi dehan sal in bêceza têne hiştin, Îsraîlê hêz wergirt ku li Fîlîstînê sûcên li dijî mirovahiyê dubare bike."

"Efrîkaya Başûr ji destpêkê ve çalakî û binpêkirinên dewleta Îsraîlê yên di asta qirkirinê de ne, weke parçeyek ji temamiya çalakiyên derveyî hiqûqê yên ji sala 1948'an û vir ve li hemberî gelê Fîlîstînê tê kirin, qebûl dike."

Parêzerê Efrîkaya Başûr di destpêka axaftina xwe de got, "Li Xezeyê ti cih ewle nîne."

Parêzer bi dewamî got, "7 hezar kes hîn jî winda ne (...) Bi sedan malbat hatin tunekirin, yên sax nemane."

Efrîkaya Başûr ragihand ku êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê nikare 'binpêkirina' Peymana Qirkirinê ji aliyê Îsraîlê ve mafdar bê nîşandan.

Wezîrê Edaletê Ronald Lamola ku Efrîkaya Başûr temsîl dike, ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî re got, "Ti êrîşeke çekdarî ya li ser xaka dewletekê, çiqasî cidî jî be (...) nikare binpêkirina Peymanê mafdar nîşan bide."

Îsraîl wê di çarçoveya vê dozê de sibê mafê axaftinê werbigire. Îsraîlê doza Efrîkaya Başûr 'bêbingeh' pênase kiribû.

Îsraîl îdîa dike ku çalakiyên wan ên leşkerî yên li Xezeyê parçeyek ji 'parastina rewa' ya li dijî Hamasê ye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 23 hezar Fîlîstînî hatine kuştin. Îsraîl jî diyar dike ku ji destpêka liv ût tevgera bejahî ya li ser Xezeyê û vir ve zêdeyî 8 hezar û 500 'terorîst' hatine kuştin.