Li Dagistanê li dijî sînagog û dêran êrîş pêk hat: Herî kêm 9 mirin

Li Dagistan a girêdayî herêma Qefqasya ya Rûsyayê êrîşî sînagog û dêran hate kirin û di encamê de, keşîşek jî di nav de herî kêm 9 kes mirin.

Êrîş roja Yekşemê li paytexta Dagistan Mahaçkala û Derbentê pêk hatin. Li gorî Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Rûsyayê ku ji aliyê ajansa Rîa Novostî ve hat ragihandin, di êrîşan de "du dêrên Ortodoks, sînagog û nuqteyeke polîsan hedef hatine girtin."

Rayedaran ragihand ku li Derbentê keşîşekî Dêra Ortodoks a Rûsyayê ya 66 salî hate kuştin. Li gorî Wezareta Karên Hundir a Dagistanê 6 polîs mirin, 13 polîs jî birîndar bûn. Piştre rayedaran ragihandin ku efserekî Mûxafizên Neteweyî û polîsekî birîndar jî mirine.

Tevî ku rayedaran bi giştî hejmara miriyan nedan jî, tê gotin ku herî kêm 9 kes bi giştî mirine. Wezaretê ragihand ku 13 jê polîs bi giştî 16 kes birîndar bûne û ranekirine nexweşxaneyê.

Wezaretê her wiha ragihand ku hêzên leşkerî 'qonaxa çalak' a operasyonên li Mahaçkala û Derbentê qedandine û "6 çete hatine kuştin." Di daxuyaniyê de hate gotin rayedar wê hewl bidin ku hemû endamên hucreyên ku êrîş amade kirin bibînin.