Li civîna avhewayê afîşa 'Tirkiye-DAÎŞ'

Di dema civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî de ya li ser avhewayê, afîşeke mobîl a ku bal dikişand ser hevkariya Tirkiye û çeteyên DAÎŞ'ê bal kişand.

Afîşa mobîl bi sponsoriya Turkey-ISIS Research Project (Projeya lêkolînkirina Tirkiye-DAÎŞ) de li New Yorkê hate gerandin. Li afîşê wiha hate nivîsandin: Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi xêr nehatiye DYE'yê.

Li afîşê ku wêneyekî mezin ê Erdogan lê bû nivîseke wiha hate nivîsandin: "Erdogan bavê terorîstên cîhadîst e, bi xêr nehatiye DYE'yê".

Afîşa mobîl di dema civîna bilind a avhewayê de ku Erdogan jî tevlî bû li New Yorkê hate gerandin.