Li Cezayîrê nerazîbûneke tund li dijî alîgirên Erdogan

Serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo Cezayîrê bû mijara gotûbêjên tund.

Piştî sernivîsa "li ser navê kesên we kuştî, yên di girtîgehê de û yên we êşkence kirî hûn ne bi xêr hatin” ya nameya nivîskarê navdar ê Cezayîrê Kamel Daoûd, şefê Birayên Misilman yê li Cezayîrê Abderrezak Makrî piştgirî da Erdogan.

“XEYALÊ WE ERODGAN E, YÊ MIN AZADÎ YE”

Makrî kesên ku rexne li Erdogan dike weke “xiyanetkar’ û “hevkarên Fransa’ binav kir.

Kamel Daoûd bersiv da Makrî. Di nivîsa ku li malpera Algerîe Monde hatî weşandin ev gotin balê dikêşe; “Neqebûlkirina birêz Makrî, çûyîna kesekê ya ji bo Stenbol tevlîbûna kongreya Birayên Misilman û ji bo îxanetkirina li welatê xwe ji Erdogan pere girtine (....) Erdogan ne Îslam e. Erdogan xwedayê we ye, ne yê min e. Hûn jî ne Îslam û pêximber in.”

Daoûd ev tişt jî got; “Nivîsên ku min ji bo Erdogan nivîsandî, şehîdên Cezayîrê jî nivîsandiba, nivîsên ku we nivîsandî sîxûrên Birayên Misilman nivîsand. Erdogan ger xeyalê we be, xeyalê min azadiye. Hemû kes nêrînên xwe diparêze.”