Li Cezayîrê ligel ku polîsan asteng kirin jî hezaran kes daketin kolanan

Li Cezayîrê ligel ku artêş gefê lê dixwe û polîs tevdîran werdigirin, bi hezaran kes daketin kolanan û xwestin ev rejîm ji ser desthilatdariyê biçe.

Roja Înê bi hezaran kes li kolanên Cezayîrê hatin ba hev û sloganên ‘Gel dixwaze Gaîd Salîh were hilweşandin’ û ‘Wê gel nesekine’ berz kirin. Serokê giştî yê artêşê Ahmet Gaîd Salîh a niha li ser desthilatdariyê ye.

Piştî meşê gelek çalakger hatin destgîrkirin. Di hefteyên dawî de beriya çalakiyên roja Înê destgîrkirin zêde bû.

Polîsav tevdîr girtin û serokê giştî yê artêşê got ku wê hatina çalakgeran ên ji bajarên din were astengkirin. Ligel van gefan bi hezaran kes daketin qadan.

Polîsên sivîl nasnameya gelek kesan kontrol kirin û hinek kes jî destgîr kirin. Li gorî parvekirinên li ser medyaya civakî ya çalakgeran li paytextê trafîk xitimî. Çalakger di saet 17.00’an de ji hev belav bûn. Xwendekaran pêşengiya vê çalakiyê kirin û li gelek herêmên din ên welat jî tevlêbûneke zêde çêbû.

Ji 22’ê Sibatê û heta niha xwendekar her roja Înê çalakiyan li dar dixin. Ji ber çalakiyên bi mehan Abdulazîz Bûteflîka yê ku 20 salan li ser hikum ma, di 2’ê Nîsanê de îstîfa kiribû.

Tevgera gel dixwaze hemû endamên girêdayî Bûteflîka tasfiye bibin û li welat reformek pêk were. Ligel ku gel bertek nîşan da jî wekîlê serokkomar Abdulkerîm Bînsalîh diyar kir ku di 12’ê Kanûnê de wê hilbijartin were kirin. Berê jî biryar hatibû dayîn ku di 4’ê Tîrmehê de hilbijartin were kirin lê ji ber ku namzet derneketin holê û nerazîbûna gel, ev hilbijartin hatibû taloqkirin.