Li Cemsera Bakur û Antarktîkayê pileya germahiyê bilind dibe, cemed zêde dihele

Qeşa li derdora Antarktîkayê, ji destpêka sala 2022'an û vir ve asta herî kêm de ye. Îsal li herdu cemseran rêjeya germahiyê gelekî bilind bûye.

18'ê Adarê li Stasyona Lêkolînê ya Concordîayê ku bi 1600 kîlometreyî dûrî Cemsera Başûr e, germahî bi -12,2 pileyî hate pîvandin. Ev pileya germahiyê li vê herêmê pileya herî bilind e.

Li gorî Catherine Walker a ji Enstîtuya Woods Hole Oşinografi ya li Massachusettsê, sedema vê germahiya zêde ya li rojavayê Antarktîkayê, pêla atmosferîk e ku germ û rûtûbetê digihîne parzemîne. Tê gotin ku ev pêl jî di encama germahiya global de çêbûne ku ji ber mirovan rû dane.

Çend hefte berê li Antarktîkayê rekorek din pêk hat; qeşaya deryayê gihîşt asta herî nizm a heta niha hatiye tomarkirin û meyla daketinê ya ji ber germbûna okyanûsan dewam kir. Bi kurtasî asta qeşayên ava şîrîn jî dadikeve.

Li aliyê din ê cîhanê, hewlên ji bo birêvebirina pirsgirêkên lezgîn ên Arktîkê, ji şewatên daristanan bigire heya rêyên barkêşiya bê cemed heya helandina axên cemidî, ji hêla bûyerên jeopolîtîk ve tevlihev bûne. Hemû endamên Konseya Arktîk a Dîplomasiyê ji bilî Rûsyayê, piştî êrîşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê, tevlîbûna meha Adarê sekinand.

Mark Serreze ji Navenda Daneyên Berf û Qeşayê ya Neteweyî ya li Koloradoyê dibêje, bermahiyên germ û şil ên bahoza Fiona di meha Îlonê de germahiya rekorê gihand Gronlandê û bi mîlyaran ton qeşa di bûyerek "pir ecêb" de heland.

Tê payîn ku meyla helîna cemedan li herdu herêman di sala 2023’an de jî dewam bike.