Li Burkînayê êrîşên çeteyan: Bi sed hezaran kesî koç kir

Li Burkîna Fasoyê ku  çeteyên Îslamiyên radîkal êrîşên giran tînin, tê gotin di nav salekê de bi kêmanî 770 hezar kes ji cih û warê xwe bûye.

Li welatê Efrîkaya Rojava Burkîna Fasoyê ji ber êrîşên îslamiyên radîkal bi sed hezaran kes cih û warên xwe berdan.

Li gorî daneyên Komîseriya Payebilind a Penabera Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) li welêt, a ku nifûsa wê ji 20 milyonî zêdetir e, bi kêmanî 770 hezar kes ji cih û warên xwe bûn.

Li gorî vê tenê van sê heftiyên dawî ji ber şer 150 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Hate diyarkirin pirsgirêka ewlehiyê bûye sedema koçberiyê, Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) a NY'yê diyar kir 790 hezar kes ji malên xwe bûne.

Ji ber sedema şer, ji Çile û vir ve tê gotin her roj bi hezaran kes ji mal û milkê xwe dibin. Li welêt li gel şer her wiha tecawîz, dizî jî koçberiyê zêdetir dike.