Li Bûrkîna Fasoyê di êrîşên hemwext de 15 kes mirin

Hate ragihandin ku li rojhilatê Bûrkîna Fasoyê di “êrîşên hemwext” de ên ji aliyê êrîşkarên “cîhadparêz” ve hatine kirin 15 kes mirine.

Li gorî agahiya ku yek ji niştecihên herêmê daye AFP’ê, ev “êrîşên hemwext û sekronîze” roja Şemiyê li du taxên Dîapagayê ku paytexta eyaleta Tapoa ya li herêma rojhilat e, pêk hatin û bû sedema mirina 15 kesan.

Ji saziyeke civakî ya sivîl berdevk Kondîa Pîerre Yonlî diyar kir ku di êrîşê de 3 endamên “Dilxwazên Parastina Welêt” ku bi armanca alîkariyê bide artêşê hatiye avakirin û 12 sivîl mirine.

Çavkaniyeke ewlehiyê êrîş piştrast kir û got: “Berteka hêzên parastinê li dijî êrîşkaran bû bersiv û bi dehan kes bê bandor hişt.”

Çavkanî ragihand ku li herêma rojhilat operasyoneke hewayî-bejahî didome û got: “Di rewşa heyî de zêdeyî 50 terorîst bê bandor hatin hiştin û hin baregehên wan hatin belavkirin.”

Bûrkîno Faso ji sala 2015’an ve weke yek ji welatên ku çeteyên DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê xwe lê rêxistin dikin û komkujiyan pêk tînin, bal dikêşe. Li cîran Malî û Nîjer jî heman rewş heye.

Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Acled ku qurbanên şerên di çapa cîhanî de lîste dike, ev tundî di 8 salên dawî de bûye sedema mirina zêdeyî 17 hezar sivîl û leşkeran. Hat diyarkirin ku ji destpêka sala 2023’an ve zêdeyî 6 hezar kes mirine.

Li gorî Konseya Alîkariya Rehabîlîtasyon û Alîkariya Lezgîn a Neteweyî (Conasûr) li Bûrkîna Fasoyê ji ber tundiyê zêdeyî 2 milyon mirov rû bi rûyê koça hundir man.