Li Burkina Fasoyê bi dehan kes hatin qetilkirin

Li eyaleta Komancari ya li rojhilatê Burkina Fasoyê komên cîhadîst êriş birin ser cihwarekî. Hate ragihandin ku di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.

Êriş roja Duşemê li gundê Kodyel ê navçeya Futuri pêk hat. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî bi dehan sivîl di encama vê êrişê de mirin.

Dilxwazên Parastina Welat ên ku li dijî cîhadîstan bi hêzên ewlekariyê re tevdigerin, diyar kirin ku herî kêm 30 kes hatine qetilkirin. Li gorî agahiyan derdora 20 kes jî birîndar bûne ku rewşa tenduristiyê ya hin ji wan giran e.

Tê gotin ku komên çekdar beriya niha gef li gundiyan xwaribûn û milîsan ji wan xwestibûn ku îxbara wan nekin.

Beriya niha bi hefteyekê du jê rojnamevan, yek jî parêzvanê xwezayê 3 Ewropî hatibûn kuştin.

Burkina Faso ku welatekî xizan ê li rojavayê Efrîkayê ye ji sala 2015'an ve bi êrişên cîhadîstan dikeve rojevê. Li welatên Mali û Nijerê ku cîranê wê ne heman rewş heye.