Li Bûrkîna Faso ji ber êrîşekê herî kêm 17 sivîl mirin

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, êrîş li gundekî hate kirin û hate ragihandin, ku herî kêm 17 kes ji ber êrîşê mirin.

Wezîrê Parastinê yê Bûrkîna Faso Cheriff Sy diyar kir, êrîş şeva Sêşemê li Belehede ya bajarê Soum ê li bakurê Bûrkîna Faso rû daye. Ragihand ku çeteyên Îslamî yên tund bi şev êrîş kirine, ji ber êrîşê 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Bûrkîna Faso ku li ser sînorê Malî ye tevî Fransa, Nîjerya û Çadê tevlî operasyona bi navê Barkhane ya li dijî çeteyên Îslamî yên tund dibe. Ji sala 2015'an û vir ve li Bûrkîna Faso herî kêm 400 sivîl ji ber êrîşên çeteyan mirin.