Li Bûrkîna Faso êrîşî camiyekê hate kirin, 9 kes hatin kuştin

Li herêma Sahel a Bûrkîna Fasoyê êrîşî camiyeke Ahmedîyyeyê hate kirin. Di êrîşê de 9 kes hatin kuştin.

Li navçeya Falagoûntoû ya herêma Sahelê ya Bûrkîna Fasoyê êvara Çarşemê êrîşî camiyeke misilmanan a mezheba Ahmedîyye (Kadiyanî) hate kirin. Hate diyarkirin di dema nimêja êvarê de êrîş hatiye kirin, mele jî di nav de 9 kes hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmê ji serê hefteyê û heta niha cîhadîstan gelek êrîş kirine.

Komên terorîst ên girêdayî El Kaîde û DAÎŞ’ê ji sala 2015’an û vir ve ji Maliyê êrîşî Bûrkîna Fasoyê dikin. Di van êrîşan de bi hezaran kes hatine kuştin û herî kêm du milyon kes jî neçar man malê xwe biterikînin.

Ji sê paran ji parekê zêdetir ax ne di bin kontrola hikumetê de ye.