Li Brukselê 180 netewe dijîn

Enstîtuya Statîstîk û Analîzê ya Brukselê li ser statîstîkên bajêr broşurek amade kir. Li gorî vê yekê mirovên 180 neteweyan li bajêr dijîn.

Di broşurê de ku bi navê "Mînî-Bru 2018" hate weşandin, li ser nifûsa bajêr, hilberîn, aborî û gelek aliyên din ên bajêr agahî hatin dayin. Daneyên li broşurê bi giranî ji 1'ê Çileya 2017'an tê nirxandin.

Li gorî vê yekê nifûsa Brukselê sala 2017'an nêzî 1,2 milyon kes e. Li herêma paytextê mirovên ji 180 neteweyan dijîn û bi vî rengî bajarekî kozmopolît e.

Hejmara mirovên ji neteweyên cuda yên li Brukselê jî 414 hezar û 149 e. Ev hejmar sala 2016'an 411 hezar û 705 kes bû. Di nava neteweyên biyanî de nifûsa herî zêde ji Fransayê hatiye.

Li gorî vê yekê, 15.2 ji sedî ji Fransayê, 9.3 ji sedî ji Romanyayê, 9 ji sedî ji Fasê û 7.9 ji sedî jî ji Îtalyayê hatine. Rêjeya welatiyên Tirkiyeyê jî 2.1 ji sedî ye.