Li Brezîlyayê serdema Lula ya sêyemîn destpê kir

Luîs Inasîo Lula da Sîlva yê ku di hilbijartinên 30'ê Cotmehê yên li Brezîlyayê de bi ser ketibû, bi awayekî fermî peywira serok dewletiyê dewr girt.

Lûla yê ku bi merasima sondxwarinê ya ku li paytext Brasilyayê di Kongreya Neteweyî da hat kirin da dest bi wezîfeya xwe kir, piştî 12 salan cara sêyemîn bû serokê welêt.

Di merasîma ku Qralê Spanyayê Felîpe VI û rayedarên dewlet û hikûmetê yên 20 welatan jî di nav de Portekîz, Elmanya, Arjantîn, Kolombiya, Şîlî, Bolîvya, Ekvador, Paraguay û Uguay lê amade bûn de Lûla axivî û got, "Rêveberiya ku me ji raqîbên xwe yên ku ji faşîzmê îlhamê digirin dewr girt, em ê bi hêzên ku destûra bingehîn dide demokrasiyê biparêzin. Em ê bi hezkirin bersivê bidin nefretê, bi heqîqetê bersivê bidin derewan. Em ê bi qanûn û encamên wê yên herî giran bersivê bidin teror û şîdetê."

Lula dema îşaret bi wê yekê kir ku serokê berê Jair Bolsonaro dikare were darizandin û got, "Li dijî kesên ku dixwazin milet bi hesabên xwe yên şexsî û îdeolojîk serî bitewîne, ti ruhê me yê tolhildanê nîne, lê em ê dewleta hiqûqê garantî bikin. Yên şaşiyan dikin wê hesabê şaşitiyên xwe bidin."

Lula yê ku piştî axaftina xwe ya li Kongreya Neteweyî hat Qesra Planaltoyê li vir kembera serok dewletiyê wergirt. Lula ku li gorî kevneşopiya welêt divê di merasîmê de kemberê ji serokê berê Jair Bolsonaro bigire, ji ber ku Bolsonaro beriya bidawîbûna dewra xwe çûbû Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ji komek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gelên xwecihî kember girt. Bolsonaro, ku berê ragihandibû ku ew ê beşdarî merasîma sondxwarina Lula nebe, Îniya borî çûbû Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.