Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Herî kêm 55 kes mirin, 70 hezar kesan malên xwe terk kirin

Li Brezîlyayê li gorî rayedarên eyaleta Rîo Grande do Sûlê, di karesata lehiyê ya ev çend roj in li başûrê welêt diqewime de herî kêm 55 kes mirin û nêzî 70 hezar kes jî neçar man malê xwe biterikînin.

LI BREZÎLYAYÊ KARESATA LEHIYÊ

Li gorî rayedaran 69 hezar û 200 kes neçar man malên xwe biterikînin. Berê rayedarên parastina sivîl ragihand ku 57 kes mirin, lê şeva Şemiyê hat gotin ku hejmara kesên ji ber şert û mercên xirab ên hewayî jiyana xwe ji dest dane, 55 e.

Rayedaran diyar kir ku 7 mirinên din tên “lêkolînkirin”. Ji ber lehiyê 74 kes winda bûn û 107 kes jî birîndar bûn.

Waliyê eyaletê Edûardo Leîte ragihand ku rewşeke “dramatîk” û “mîna wê nehatî dîtin” diqewime.

Li Rîo Grande do Soûlê nêzî 320 cihên niştecihiyê ji vê rewşê bandor bûn û milyonek mal bêav man.

Piraniya van civakan ji ber lehî û hezînên erdê, bi qutbûna peywendî û rêyan îzole bûne.

Rayedaran talîmat da ku hin herêmên metropola Porto Algre ya xwedî 1,4 milyon nifûsê, were valakirin.