Li Brezîlyayê jineke ji gelên xwecihî bû Wezîra Gelên Xwecihî

Li Brezîlyayê, Serokê Dewletê yê nû Lula, Sonia Guajajara ya ku ji gelê xwecihî ye kir Wezîra Gelên Xwecihî.

Serokê hilbijartî yê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva ragihand ku Sônia Guajajara wê bibe Wezîra Gelên Xwecihî û ji sînordarkirina erdan heta xizmetên tendirustiyê wê li ser gelek polîtîkayan bisekine.

Guajajara di Cotmehê de ji bo Kongreyê hate hilbijartin. Guajajara ku wekî seroka koma sereka ya gelek qebîleyên xwecihî yên Brezîlyayê û endama Amazon Guajajara  ye.

Guajajara piştî biryarê got, "Ev ji serkeftineke kesane wêdetir e. Serkeftinek kolektîf a gelên xwecihî ye. Ji bo Brezîlyayê jî telafiyeke dîrokî ye.”

 Serokê berê Jair Bolsonaro, ku di Cotmehê de têk çû, li dijî gelên xwecihî bû û gotinên nijadperestî dikir.

Erdên ku gelên xwecihî yên Brezîlyayê lê dijîn, wekî pişika cîhanê tê binavkirin. Daristana baranê ya Amazonê beşeke mezin a karbondîoksîtê dikişîne û li hemberî guherandina îklîmê peywireke mezin bi cih tîne.