Li Brezîlyayê bûyerên tundiyê: Bihezaran leşker sewqî Rîo kirin

Li Brezîlyaya îdîayên ku  di nava desthilatdariyê de karê nelirêtiyê tê kirin, bi hinceta ku li dijî rêxistinên sûcên organîze têkoşîn û mûdaxalekirina bûyerên tundiyê hat ragihandin ku nêzî 9 hezar leşker hatine erkdarkirin.

Li Rîo de Janeîro ya ku di mehên dawî de bûyerên tundiyê her ku diçe zêde dibe 8 hezar û 500 leşker bi temamî 10 hezar kes yên hêzên ewlehiyê hatine bicihkirin.

Biryarnameya têkildarî erkdarkirina yekîneyên artêşê li eyaleta Rîo de Janeîro yê ku ji aliyê Serokê Dewletê Mîchel Tmer ve hatîn standin, di rojnameya fermî te hat weşandin.

Berpirsan ragihand ku di çarçoveya biryarnameyê de  sewqiyata destpêkê hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin ku yekîneyên leşkerî wê li paytexta eyaletê Rîo de Janeîro yê ku nifûsa wê 6,5 milyon e werin bicihkirin.

Têkildarî mijarê Raûl Jûngman ku daxuyaniyek da çapemeniyê ragihand ku pirsgirêkên sûçên krimînal bi tedbîrên ku li Brezîlyayê tê kirin nayê çareserkirin. Jûngman diyarkir ku pêwîst e welatên cîran jî hevkariyê bikin.

Li bajarê Rîo de Janeîro ku sala derbasbûyî Lîstikên Olîmpiyadê hatibûn lidarxistin de, bûyerên şidetê di nava îsal de gihiştiye asta metirsîdar. Li bajêr rêjeya mirinê ku di rojê de 3 kes di bûyerên bi çekê de jiyana xwe ji dest didin û di şerê bi çeteyan re nêzî 90 endamên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dide.